Serrûpel Nûçe Gelo armanca vê tetbîqatê çi ye?

Gelo armanca vê tetbîqatê çi ye?

Belav bike

Artêşa dewleta Tirkiyê, li ser sînorê Kobanî tetbîqat lidarxist. Tetbîqat, li quntarên girên ku bi Kobanî re sînor in pêk hatiye. Wesaîtên leşkerî yên Yekîneya Leşkerî a Murşîtpinarê ku bi 2. Fermandariya Tabura Hidud ve girêdayiye, danê sibê, di nav rêkûpêkiyê de, ji kozikên xwe derketin û çûn li ser sînorê Kobanî bicîh bûn. Wesaîtên bizirx yê wek balefirşikên, tank, bateryayên fuzeyan berê wan dane Kobaniyê. Ev tetbîqata, ji aliyê gellek leşkerên payebilind ve jî, di cîh de hatiye şopandin.