Pûtîn li avahiya Serokdewletiyê di civîna Komisyona Hevkariya Teknîk-Leşkerî de, der barê firotin û bazirganiya çekan de peyamek aşker û vekirî da welatên pêşketî û xwedî hêz li cîhanê. Pûtîn li ser balefira Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve jî hatî sekinandin axivî. Pûtîn got “Ji bilî Neteweyên Yekbûyî, sedem çi dibe, bi kî re û bazirganî çawa dibe, Rûsiya guhdariya tu kesan nake.” Her weha Pûtîn diyarkir ku divê hevkariya leşkerî bi Brezîlaya re, Hîndîstan re, bi Çînê re, bi Afrîqiya Başûr re û bi Vîetnamê re bê pêşxistin.
Avestakurd