Parlementerê Şirnexê yê BDPê Faysal Sariyildiz, ji bo piştgiriyê bide girtiyên ku greva birçîbûnê dane destpêkirin, wî jî dest bi greva birçîbûnê kir. Sariyildiz, di Girtîgeha Amedê a tîpa D de tê girtin.
Di daxuyaniya xwe de Sariyildiz wiha gotiye: “Ez nikarim xwe li hemberî bedenên ku her roj dihelin bigrim. Di vê pêvajoya ku ewladên leheng û şoreşger yên gelê Kurd her roj ber bi mirinê ve diçin de, ez banga rayedarên hikumetê yên ku dilê wan nasir girtiye û bêdeng dimînin dikim, berpirsyarê mirinên ku muhtemele pêk bên, di serî de hûn û hemû kesên ku bêdeng dimînin in.”