Serrûpel Nûçe Partiyên siyasî bi serokatiya Barzanî civiyan

Partiyên siyasî bi serokatiya Barzanî civiyan

Belav bike
 Di civîna ku duhî (17/10/2012) pêk hatî de, mijarên cuda cuda û girîng hatin gotûbêjkirin û di civînê de biryar hate wergirtin ku şanda partiyên siyasiyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bête pêkanîn. Li gor MSHK’ê di civînê de ve mijarên ha hatin gotbêjkirin”

“1- Encama dawî ya serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya Îtalya û Tirkiye.

2- Naveroka civîna dawî ya di navbera rêzdar Serok Komarê Iraqa Federal û Serokê Herêma Kurdistanê.

3- Guftûgokirina amadekirin û şandina şandekî ji partiyê siyasiyên Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, bi mebesta civîna li gel îtîlafa nîştimanî û hevpeymaniya nîştimaniya Iraqî û aliyê siyasiyên dinê Iraqê û guftûgo li ser pêvajoya siyasiya Iraqê û helwesta Kurdistanê li ser kêşeyên di navbera Herêm û Bexda û ew peymanên ku hatine îmza kirin bi taybetî peymana Hewlêr.

4- Budçeya sala 2013 ê Iraqa Federal û berketiya Herêma Kurdistanê ji wê budçeyê.” Her weha di civînê de ev partî û aliyên siyasî amadebûn;
Partiya Demokrata Kurdistanê
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê
Komela Îslamiya Kurdistanê
Tevgera Îslamiya Kurdistanê

Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê
Partiya Zehmetkêşên(Kedkarên) Kurdistanê
Partiya Şu’î ya (Komunistên) Kurdistanê 
Tevgera Demokratiya Turkmen
Tevgera Çaksaziya(reform) Turkmen
Lîsta Erbîlî Turkmenî 
Encumena Gelê Kildan Suryan û Aşûr 
Tevgera Demokrata Aşûrî 
Lîsta Ermen

 

 

Avestakurd