Serrûpel Nûçe Turk: Daxwaza Kurdan a guhartina sînoran nîne

Turk: Daxwaza Kurdan a guhartina sînoran nîne

Belav bike
 Ahmet Turk der barê Konferansa Navnetewî ya Êzîdiyan de ji rojnamegeran re axivî. Turk di axivitina xwe behsa Kurdên Êzîdî kir û diyarkir ku baweriya xwe Êzîdîtiye û olekî gelekî kevine. Her weha got ku Kurdên Êzîdî ziman, çand û wêjeya Kurdî parastine. Turk weha got “Ji bo ji niha û pê ve deriyê xebata bi hev re bê vekirin, ji bo amadekirina zemîna Koferansa Neteweyî, me ev konferans girîng dît. Dibe ku cara yekê be Konferansek bo Kurdan dibe. Ne tenê li Tirkiyê, cara yekê ye li hemû cîhanê Koferanseke weha dibe. Ev destpêke. Hemû hewldana me ew e; li vê serdema Rojhilata Navîn ku guhartinê dijî de, Kurd jî bi nasnameya xwe, bi çanda xwe, bi statusuyeke xwe ya sîyasî bijîn.” Her weha Turk der barê guhartina sînoran de jî weha pêdeçû “Ez vê jî bêjim; çavê Kurdan ne li sînorane. Der barê sînoran de daxwazeke xwe tune ye. Daxwazeke xwe der barê guhartina sînoran de tune ye. Ew di nava hewldanê de ye ku; li her cihê ku heye bi azad, xwedî jiyanekê be, karibe bi ewle bijî, bi gelên ku pê re dijî di nava ewlehiyê de bijî ye.Azadiya gelê Kurd azadiya gelê Tirk e. Azadbûna Kurdan tê wateya azadbûna Rojhilata Navîn. Li vir dê gel bi serbikevin. Ew dema gotinên netewperestî ku gelan têne beramber hev derbas bûye.”

 

Avestakurd