Serrûpel Nûçe Ji bo vê Seetê 6 ton zêr bikaranîn

Ji bo vê Seetê 6 ton zêr bikaranîn

Belav bike

Ji aliyê dewleta Erebistana Siudî ve, li kêleka Kabe’yê birceke demjimêr tê avakirin. Birca ku li ser avahiya, li cîhanê duyem a herî bilind “Zemzem Tower”ê tê çêkirin, a bi navê “Birça Demjimêr a Kralgeha Mekke”, tê plankirin ku, di destpêka meha remezana 2013 an de were temamkirin. Ji bo vê birça demjimêrê 6 ton zêr tê bikaranîn.
Ji niha ve, radyo û televizyonên gellek dewletên Îslamî, ku di serî de El Cezîre, demjimêrên xwe, li gorî demjimêra vê bircê eyar kirine. Li ser qadeke ku ji 4 qatan pêk tê înşaata Birca Demjimêr a Kralgeha Mekke dewam dike. Di hundirî birça demjimêrê de, pêşangehek û muzeyek jî wê bê çêkirin.