Serrûpel Nûçe “BDP ne xwediyê soz û biryarê ye”

“BDP ne xwediyê soz û biryarê ye”

Belav bike
 Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan îro (20/10/2012) li bajarê Elezîzê di vekirina balefirgehê de axivî. Erdogan di axivitina xwe de bê ku yek gotinê li ser 10 hezar girtiyên di girtîgehan de ku ev 39 rojin di rojiya birçîbûnê de ne bike, giranî da PKK’ê, BDP’ê û bang li Kurdan kir ku li dijî wan derkevin. Erdogan got “Her canekî me di têkoşîna li dijî terorê de dayî bi dinyayê naguharin. Rêya tundiya terorê, çekan hatiye girtin. Her kesî fêm kiriye ku dê bi van rêyan tiştekî bi dest nexe. Hedefa vane ne parastina mafên birayên min yên Kurdin.” Erdogan diyarkir ku dê hêzên ewlekariyê di rûyê her kesê çek di destan de be û weha got “Em bi axivitinê dibêjin, ew bi çekan diaaxivin. Em di nava hewldanê de ku pirsê bi demokrasiyetê çareser bikin, lê ew hewl didin çalakiyên terorê bilind bikin.” Erdogan di axivitina xwe de bal kişand ser parlementerên BDP’ê û BDP’ê û got “Tiştek nîne ku em bi kesên terorîstan hemêz dikin re biaxivin. Em di nava  rewşeke demokratîk de bi her kesî re zelal û aşkere her tiştî axivîn. Yên di parlemento de girêdayî rêxistina terorê ne ne xwediyê soz û biryarê ne.” Erdogan bang li Kurdan kir ku li dijî PKK’ê û BDP’ê derkivin û ola Zerdeşt kire hedef, Erdogan got “Ey birayên min yên Kurd, li dijî van terorîstan helwesta xwe nîşan bide. Ew te weke însan nabîne. Lê em ji te hez dikin. Ji xwe cihê van terorîstan diyare. Ev Zerdeşt in. Ew bi xwe dibêjin. Behsa Êzîdîtiyê dikin. Ger Êzîdî jî be û beşdarî terorê nebûbe, ji ber ku însane dîsa jî nirx didinê.”

 

Avestakurd