Li ser ekranê televizyona Haberturkê, di bernameya bi navê, “Li gorî kê li gorî çi” de, lîstikvan û keça balyozê berê Pelîn Batu, pankarta Kurdî
hilda. Di bernameyê de mijara “protesto” dihat niqaşkirin û Batu, bi pankarta Kurdî a ku li ser dinivîsî, “xwezî bi wî kesî yê bêje ez Tirk im” şerê ku 30 sale didome protesto kir.
Pelîn Batu bang li dayikên Kurd û Tirkan kir û got, “li Tirkiyê pirsgirêka sereke pirsgirêka Kurd e. Û mixabin niha jî em dibînin ku, çareserî xuya nake. Pêvajo berevajî çareseriyê dimeşe. Min jî xwest ku hinekî bi awakî îronîk vê rewşê protesto bikim û loma jî min pankarta bi Kurdî a ku li ser “xwezî bi wî kesî yê ku bêje ez Tirk im” amade kir.
Di berdewamiya bernameyê de Pelîn Batu, Burhan Kuzu’yê AKP’yî yê ku gotibû, “perwerdehiya bi Kurdî bi a şeytên kirin e” rexne kir û got, “niha em bi Tirkî axaftinê, ma em bi a şeytên dikin.”