Serrûpel Nûçe Edîb Mele Silêman li Kobanî hate binaxkirin

Edîb Mele Silêman li Kobanî hate binaxkirin

Belav bike


AVESTA KURD – Duh 19-10-2012 bi beşdarbûna hijmareke mezin ji miletê herêma Kobanî, şehêdê kurd “Edîb Mele Silêman” li goristana gundê Termik li herêma Kobanî hate binaxkirin.

Termê şehîd Edîb Mele Silêman bi xwepêşandana roja Înê re hate meşandin, paşê xwepêşdêran berê xwe dan riya gundê Termik û bi meşê termê şehîd gihandin goristanê.


Piştî binaxkirina şehîd, ev gotin li ser gora wî hatin pêşkêşkirin:

1-     Gotina rêxistina Kobanî ya partiya Demoqrat ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê: Adil Remî.

2-     Gotina Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê: Imer Kalo.

3-     Gotina partiya Yekîtiya Demoqrat PYD: Îmad Şahîn.

4-     Gotina komîteya navendî ya PDPKS: Elî Menla Yûsif.

5-     Birûska sekreterê PDPKS Ebdilhemîd Derwîş: Mistefa Henîfî.

6-     Gotina rêxistina ciwanên PDPKS: Mezlûm Ehmed.

7-     Gotina malbata şehîd: Şêro Edîb Mele Silêman.

8-     Birûskek bi navê PDKS (Elpartî): Ferhad Şahîn.

  

Edîb Mele Silêman di sala 1966 de li Kaniya Mişidê li herêma Kobanî ji dayik bibû, di sala 2001 de tevlî partiya Demoqrat ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bibû û ta roja şehîdbûna wî wek heval û endamekî di nava partiyê de kardikir, ew zewiciye û bavê 7 zarokane, di encama bombebarankirina balefireke rêjîma Sûriyê di roja 17-10-2012 de ew û du zariyên wî li ser riya Helebê nêzîkî bajarê Elbabê birîndar bibûn, artêşa azad ya oposîzyona Sûriyê ew rakiribûn nexweşxaneyekê li bajarê Kilis li welatê Tirkiyê, ew li wir şehîd bibû.

    

AVESTA KURD