Serrûpel Nûçe Teza “hîv ji dinyayê qetiya ye“ xurttir dibe

Teza “hîv ji dinyayê qetiya ye“ xurttir dibe

Belav bike

Di derbarê peydabûna hîvê de teoriyeke teze. Zanyar îdia dikin ku hîv parçeyekî dinyayê ye û piştî ku dinya, bi cîsmekî ezmanî re lihevket, hîv peyda bûye. Tê diyar kirin ku, madeyên hîvê pêk tînin jî hemû aîda dinyayê ne.
Zanyarên Zanîngeha Harvardê Sarah Stewart û Matija Cuk, teoriya xwe li ser madeyên dinyayê û hîvê yên ku heman in ava dikin. Her du zanyar, di kovara Science’yê de gotarek weşandine û ev teoriya xwe a dawîn a ku îdia dikin, hîv ji dinyayê qetiyaye wek tezekê pêşkêşî xwendevanan kirine. 
Li gorî teza ku heta niha zanyaran qebûl kiriye jî, hîv, ne ji dinyayê, dema ku cîsmê ezmanî û dinya lihevketin, parçekî ku ji ev cîsma ezmanî qetiyaye pêk hatiye.