Li gor HPG’ê ragihandî, di helkoptera ketî xwar de 15 leşker jî mirine. HPG’ê der barê vê mijarê de got “19’ê cotmehê saet di 16.00 gerîlayên me li Kepê Mirîşka ya navçeya Çelê li dijî helîkoptera tîpa Skorsky a artêşa dagirker a Tirk çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de gerîlayan derbeyek giran li helîkopteran xistine, gava ku xwest li herêma Bilêcanê deyne, agir vê ketiye û ketiye xwarê. 16 leşkerên di helîkoptera Skorsky de mirine.” Her weha di berdewamiya daxuyanê de HPG’ê dibêje “20’ê cotmehê saet di 12.00 de gerîlayên me li helîkoptera Kobra artêşa dagirker a Tirk ya ku dixwest êrîşê herêma Garê ya Çelê bike, xistine. Helîkotpera kobra ku derbeyek giran xwariye, neçar maye ku bi awayeke lezgîn li Çelê deyne.”
Avestakurd