Serrûpel Nûçe Meşa Aşîtiyê bi dawî bû

Meşa Aşîtiyê bi dawî bû

Belav bike

1ê Îlonê, roja aşîtiyê a cîhanê, redkirê wîjdanî Halîl Savra, li gundê Roboski’yê dest bi “meşa Aşîtiyê” a ku wê li Enqereyê bi dawî bibûya kiribû. Meşê 50 roja dewam kir û doh Halîl Savra û hevalên wî yên ku dûra beşdarî meşê bûn, xwe gihandine Enqere’yê. Li Enqereyê, ji aliyê parlementer, hunermend, aktîvîst û gellek kesan ve, meşvanên aşîtiyê, li taxa Dîkmenê hatin pêşwazîkirin û bi hev re, ber bi Kizilayê ve meşiyan. 
Halîl Savda hestên xwe bi rayagiştî re parve kirin û got ku, “li her deverê em rasta eleqeyeke mezin hatin. Malbatên gerîlayan jî yên leşkeran jî piştgirî dane me, bi me re meşiyan. Ew giriyan em giriyan. Heta li Tirkiyê pirsgirêka Kurd çareser nebe, aşîtî ne pêkan e.”