Serrûpel Nûçe Gelo Emerîka û Îranê lihevkirin?

Gelo Emerîka û Îranê lihevkirin?

Belav bike
 Li gor jêderê ku hindek rêveberên hikûmetê weke çavkanî nîşan dide, Îran dixwaze ku ev hevdîtina  nepenî piştî hilbijartinên Emerîka li 6’ê Mijdarê de pêk bê. Li hemberî vê nûçeyê dewleta Îsraîl yekser helwesta xwe li dijî Emerîka nîşan da. Balyozê Îsraîl yê li Emerîka Michael Oren daxuyaniyek da û got “Em difkrin ku divê Îran bi hevdîtina rû bi rû neyê xelatkirin.” Lê Qesra Spî nûçeya rojnameyê red kir. Berdevkê Konseya Ewlekariya Netewî di daxuyaniyekê de got “Ne raste ku Emerîka û Îran dê piştî hilbijartinan lihevkirine ku dê rû bi rû hevdîtinê bikin û ji bo ti hevdîtinan lihevkirin nebûye.”

 

Avestakurd