Serrûpel Nûçe Hevdîtinan ji nû ve li Îmraliyê dest pê kirin

Hevdîtinan ji nû ve li Îmraliyê dest pê kirin

Belav bike
 Kaplan daxuyaniyeke balkêş da û got “Em êdî Serokwezîr baş nas dikin. Çi dema ku bi tund BDP’ê rexne dike û bi ser de tê, wê demê em dizanin bi rêne cuda ketiye dewrê. Ez guman dikim ku hevdîtin ji nû ve li Îmraliyê destpê kirine.” Her weha got “Li demê derbasbûyî de jî pêvajoyên weha çêbûn. Di vê mijarê de biryara Wezîrê Dadê tune ye, tenê patron Serokwezîr Erdogan e.” Her weha Kaplan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser ‘destpêkirina hevdîtinên Ocalan ligel parêzerên wî, rakirina astengiyên li pêşiya perwerdeya zimanê dayîkê û parastina bi zimanê Kurdî’ û got jî ‘hevdîtineke bi Îmarliyê re dê rojiya birçîbûnê bi dawî bibe berî ku mirin çêbibin.’

 

Avestakurd