Greva birçîbûnê a bêdem û bêdorveger, a ku di 12ê Îlona 2012 an de destpêkiribû, kete roja 42 an. Li zêterî 75 girtîgehên li Tirkiyê, nêzika hezar girtiyên siyasî yên PKK û PAJKê, ji bo ku şert û mercên Abdullah Ocalan bêne sererastkirin, mafê xweparastina bi Kurdî bê naskirin û mafê perwerdehiya bi Kurdî bê qebûl kirin, di greva birçîbûnê de ne. Bi armanca piştgirî dayîna çalakgeran, keça rûspiyê gelê Kurd Apê Musa (Musa Anter) Rahşan Anter, li Qada Konakê a Îzmirê, ji bo rojekê dest bi greva birçîbûnê kir. Li ber Sumerbanka berê, pankarteke ku li ser hatiye nivîsandin, “Zarokên Apê Musa, ji bo ku neviyên Apê Musa yên di gerav birçîbûn de nemirin, rayagiştî daweta hestyariyê dike“, daliqand.
Kûrê Apê Musa Dîcle Anter jî, di heman seetê de li Êlihê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê kir.