Serrûpel Nûçe Kîjan ji van Esedê rastîn e?

Kîjan ji van Esedê rastîn e?

Belav bike
Ew di  sala 1970 de bû serokê Sûriyê. Heta ku mir serokê wî welatî bû. Her demê jî di dema hilbijartinan de ji %99 dengan dibir, û weke serokê Sûriyê dihate hilbijartin.. 30 salan wê seroktiyê dirêj kir. Di wan 30 salan bi destekî ji hesin ew welat îdare kir, Sûriyê kir, welatê istîxbarat û polîsan.

Ew mir, lê heta berî destpêkirina şoreşê li Sûriyê, tirsa wî û kurê wî Beşar esed di dilê milet de bû.

Ev wêneyên hûn dibînin, yek yê wî ye yek jî yê hemwelatiyekî Tirk e.

Li gora ku malpera televîzyona Al Arabiye di nûçeyeke xwe de belav kir, penaberiyên ji Sûriyê yên li Tirkiyê bi dîtina wî wêneyê ecêb man.

Dema ku ew kes dîtin, tirsek kete dilê wan, weke ku ji xwe re bêjin, “ev hatibe îmdada kurê xwe gelo?!”