Serrûpel Nûçe Êrîşa mezin li dijî çapemeniyê Erdogan dike

Êrîşa mezin li dijî çapemeniyê Erdogan dike

Belav bike

 CPJ di rapora xwe de balê dikşîne ser êrîş, girtin û binçavkrinên li Tirkiyê dibin û dibêje “Li ser asta cîhanê di mêjûya nêzîk de êrîşa her mezin li dijî çapemeniyê Hikûmeta Erdogan bi rêve dibe. Berpirs, kesên rojnameger yên bi tawana terorê, yan ya dewletê tên tawanbarkirin zîndan dikin, ji bo sansûr bikin rêkên cuda cuda bi kar tînin. Erdogan aşker êrîşî hebûna  rojnamegeriyê dike, çapemeniya rexne dike, nivîskarên nivîsên rexneyî dinivîsîn ji kar diavêje yan jî êrîşî kesayetiya wan dike.” Komîteya CPJ dide diyarkirin ku ji 1’ê Tebaxa 2012’an vir ve 76 rojnameger di zîndanê de ne û weha pêde diçe “61 rojnameger ji ber nivîsên xwe yan jî ji bo karê xwe yê rojnamegerî di zîndanê de girtî ne.” Her weha CPJ der barê 15 rojnamegerên mayîn de dibêje “Belge û delîl hêj bimijin, lêkolîn berdewam dike.” CPJ di rapora xwe de balê dikişîne ser welatên weke Çîn, Îran û Erître û wan welatên herî êrîşkar li dijî çapemeniyê bi nav dike lê dibêje “Tirkiyê ev welat jî derbas kirine.” CPJ di rapora xwe de bang li Erdogan dike ku helwesta êrîşkar ya li dijî çapemeniyê bêguhartin û di vê mijarê de şîretan li Hikûmeta Erdogan dike. CPJ di rapora xwe de cih daye bersiva Hikûmeta Tirkiyê. Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Sadûla Ergîn di bersivê de rexneyên CPJ red dike û dibêje “Gotûbêjên der barê mijara azadiya çapemeniyê de zêde tene mezin kirin. Kesên ku di zîndanê de sedema xwe ne karê rojnamegeriye. Dibe ku hindek ji wan ku pir kêmin ji ber karê rojnamegerî be.”

 

 

Avestakurd