Serrûpel Nûçe Ev serdem serdema xebata parlemeto û siyasî ye

Ev serdem serdema xebata parlemeto û siyasî ye

Belav bike

 Duhî (23/10/2012) Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya siyasetmedar û parlementera bajarê Amedê Leyla Zana kir. Di hevdîtinê de ji bilî gotûbêjkirina rewşa giştî, rewşa dawî ya gelê Kurdistanê di warê kar û xebata xwe de hate gotûbêjkirin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî der barê vê mijarê de diyarkir ku ‘ev serdem serdema xebata parlemento û siyasî ye.’ Her weha Serokê Herêmê got ku ‘çareserkirina pirsgirêkan bi rêka diyaloga şaristanî dûr ji tundiyê dibe ku gelê me dikare jê sûd werbigire.’ Ji aliyê xwe ve Leyla Zana rola Serokê Herêma Kurdistanê di warê komkirina mala Kurdan û pirsgirêkên têne pêşiya gelê Kurd de bilind nirixand.

 

Avestakurd