Parlementerên BDPê a Stenbolê Sebahat Tuncel û a Mêrdînê Gulseren Yildirim, dest bi greva birçîbûnê kirin. Yildirim, di Girtîgeha Mêrdînê de tê girtin û daxuyandiye ku, ji îro pêde, wê jî dest bi greva birçîbûnê a bêdem û bêdorveger kiriye. Sebahat Tuncelê jî, îro li ber Girtîgeha Bakirkoyê dest bi greva birçîbûnê kir.
Dîsa, parlementerê girtî yê BDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî, hefta borî dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, îro li Girtîgeha Sîncanê bi çalakgerên greva birçîbûnê re hevdîtin pêk anî. Ergîn piştî hevdîtinê, di daxuyaniya xwe de îfade kir ku, li girtîgehên Tirkiyê 680 girtî ê di çalakiya greva birçîbûnê de ne.