Serrûpel Nûçe Barzanî: Li Îraqê arîşeya hukumraniyê heye

Barzanî: Li Îraqê arîşeya hukumraniyê heye

Belav bike

 Di hevdîtina bi şandê re (24/10/2012), Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyarkir ku ‘ti arîşeyek bi navê arîşeya Kurd û Ereb, yan jî arîşeya Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê tune ye, lê arîşeke kûr  li Îraqê heye ew jî arîşeya hukumraniyê ye.’ Her weha Serok Barzanî got “Rewşa siyasî, aborî û ewlekariya Îraqê roj bi roj ber bi xirabiyê ve diçe; lewra pêwîste tevaya aliyên siyasî pêngavên ciddî ji bo çareserkirina wê aloziyê li ser bingehê pabendbûn û rêzgirtina li destûra îraq û cî bi cîkirina tevaya bendên rêkeftina Hewlêrê  ku jêderek  û nîşanderek rastîye ji bo dirustbûna rewabûna hikûmeta federalî a Îraqê.” Serok Barzanî di civînê de her weha diyarkir ku rêya hemû arîşeyan diyaloge û xwest amadekariyên baş bêne kirin ji bo berdewamiya diyalogê li piştî cejna qurbanê. Serok Barzanî di vê rûniştinê de destxweşî li şandeya Kurdistanê kir ji bo kar û xebata wan.

 

Avestakurd