Serrûpel Nûçe Zaxo 4 Sedhezar Dolar alîkarî da penaberên Rojava

Zaxo 4 Sedhezar Dolar alîkarî da penaberên Rojava

Belav bike
 Bi pêşniyariya Leqa 8 a PDK’ê li Zaxo û bi Serokatiya Herêmdariya (Qeymeqamî) Zaxo di bin navê ‘kampana Hewakomkirin a Xêrxwaziyê bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê’ de 12 komîte ji aliyê Herêmdariya Zaxo ve hatin amadekirin. Piştî xebata komkirina pereyan di nava xelkê Zaxo de ya 8 rojan, duhî (24.10.2012) bi amedebûna herêmdarê Zaxo Xelîl Mehmûd, berpirsê Leqa 8 a PDK’ê Serbest Lezgîn û dezgeh û saziyên hikûmî û sivîl li Herêmdariya Zaxo kongreyeke rojnamevanî hate li darxistin. Der barê daneheva alîkariyê û rewşa penaberên Kurdên Rojava her yek ji herêmdarê Zaxo û berpirsê Leqa 8 a Zaxo ya PDK’ê axivitinek kirin. Di kongreyê de hate ragihandin ku zêdeyî 4 sedhezar dolar hatiye komkirin. Piştî bidawîhatina kongreya rojnamevanî di heman rojê de bi nûnertiya xelkê Zaxo Xelîl Mehmûd û Serbest Lezgîn berê xwe dane kampa penaberan û li vir piştî kurtedaxuyaniyekê ew pere radestî rêveberiya kampa Domîz ya Kurdên Rojava kirin.

 

Avestakurd