Serrûpel Nûçe Fragmanê fîlma Ghobadî a ku di vîzyonê de ye (Vîdyo)

Fragmanê fîlma Ghobadî a ku di vîzyonê de ye (Vîdyo)

Belav bike

Derhênerê Kurd yê wek fîlmên “Klamên Welatê Dayika Min”, “Dema Hespên Serxweş”, “Kosî jî Difirin”,  derhênerê sînemaya Îranê Bahman Ghobadî, bi fîlma xwe a nû, ku bi meraq dihat payîn, “Demsala Kerkedan” kete vîzyonê. Di fîlmê de lîtikvanên naskirî yên navneteweyî jî dilîzin. Ji wan yek Monica Bellucci ye. Dîsa lîstikvanên resen Kurd yên sînemaya Tirkiyê Yilmaz Erdogan û hevjîna wî Belçim Erdogan û Beren Saat jî di fîlmê de rol girtine. Mijara fîlmê, jiyana helbestvanê Îranê Sahel Ferzan e. Sahelê ku qasî 30 salî di girtîgehê de tê girtin û derdikeve, şopa hevjîna xwe a ku Îran terk kiriye û çûye Stenbolê dikeve. Lê her tişt mîna ku Sahel dipê pêk nayê…