Her ku 21ê Berfenbara 2012 an nêzik dibe, kehaneta ku li ser şaristaniya Maya tê kirin, a ku tê îdiakirin, li gorî salnameya Maya, 21ê Berfenbara 2012 an, wê qiyamet pêk were û ew roj, roja dawîn a cîhanê ye, ji neviyên Mayayan yên ku li Guetamala dijîn nerazîbûn hat. Rêberê civaka Oxlaljuj Ajpop a ku eslê wan ji Maya tên Felipe Gomez, bertek nîşana vê kehanetê daye û diyar kiriye ku, di derbarê salnameya me de îdiayên ku tên kirin ne rast in.
Her çiqas pisporên şaristaniya Maya dibêjin, bawer nekin jî, kehaneta 21ê Berfenbara 2012 an, ji fîlmên sînemayê bigre heta wêje û belgefîlma, heta ger û geştên ku bi vê armancê tên kirin, wek sektorekê derdikeve pêşberî me.
Li gorî pisporên şaristaniya Maya, di salnameya Maya de, 21ê Berfenbara 2012 an, çerxeke demê bi dawî dibe û çerxeke nû a demê destpê dike.