Seyda dibêje, ne weke ku tê gotin Kurd bi xwe xwe îdare dikin, lê belê hîn jî li bajarên Kurdan bi taybetî bajarên mezin weke Qamişlo û Hesîçe, hîn xelkê digirin, muxaberat û polîs di cihê xwe de ne.
Seyda her wiha li ser pirsa Kurd li Tirkiyê got, ku wî ji rayedarên Tirkiyê re weke serokwezîr Erdogan û wezîrê derve Davutoglu re gotiye ku divê pirs bi şêweyekî demokratîk çareser bike.
Seyda bal kişande ser PYD û got, ew tu dîktatoriyan qebûl nakin, çi ya Esed dibe, çi jî ya Kurdan dibe.
Seyda ji PYD xwest ku xwe beşek ji şoreşê bibîne.
AVESTA KURD