Serrûpel Nûçe Dempsey: Me ji bo PKK ekîb rêkirin Tirkiyê

Dempsey: Me ji bo PKK ekîb rêkirin Tirkiyê

Belav bike

 Serfermandarê Giştî yê Emerîka Martin Dempsey piştî serdana xwe ya li Tirkiyê, ligel Wezîrê Parastina Emerîka li Pentagonê di civîneke rojnamegerî de bersiva pirsên rojnamegeran da. Martin Dempsey li ser çend pirsên der barê PKK’ê û Tirkiyê de got “Ji bo têkoşîna li dijî PKK’ê gelek dem çêbûne ku me ekîb rêkirine Tirkiyê.” Her weha têkiliyên Emerîka û Tirkiyê bilind nirixand û ser pêşniyariya Emerîka bo Tirkiyê ku Mûrat Karayîlan jî weke Bin Ladîn bigirin got “Tirkiyê welatê Serokwezîr Erdogan e. Ez der barê vê mijarê de lêpirsîna nêzîkbûna wî nakim. Ew karê xwe baş dike. Em pêşniyarê ji hevkarên xwe re dikin, Tirkiyê ne tenê hevkar e, parçeyek ji hevpeymaniya NATO’yê jî. Em ê ezmûnên xwe ji wan re pêşniyar bikin, her weha em jî bixwazin ji ezmûnên wan fêrbibin. Carne dê pêşniyarê me qebûl bikin, carne qebûl nakin. Lê ez ji vê wê encamê dernaxim ku têkilî hatine birîn.”

 

 

Avestakurd