Duhî (26/10/2012) piştî bi hênceta hebûna Artêşa Azad li taxa Eşrefiyê, hêzên rejîmê bi topên hawanan tax topbarankir û di encam de 15 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Paşê endamên YPG’ê mudaxele kiribûn daku çekdarên Artêşa Azad ji taxê derkevin û zêdetir kuştin çênebe. Li gor agahiyên ji taxa Eşrefiyê, paşê xelkê her du taxên Eşerefiyê û Şêx Meqsûd bi mebesta çekdarên Artêşa Azad ji van taxan derkevin bi xwepêşandanê rabûn. Li dema xelk dimeşîn, çekdarên Artêşa Azad xwepêşandar gulebaran kirin. Li gor agahiyên dawî hatîn bidestxistin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gihişte 10 kesan û zêdeyî 25 kes jî birîndar bûne.
Avestakurd