Li gorî nûçeya Rojnameya Tarafê, rayedarên Wezareta Dadê yên Tirkiyê, îdia kirine ku parezerên Ocalan hevdîtina bi malbata wî re asteng dikin. Îdia wisa ye. Rayedarêkî Wezareta Dadê, bi rêya têlefonê ji parêzerê Ocalan dipirsin, “malbata Ocalan dixwaze ku biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtina cejnê bike?”. Parêzer ji rayedar re dibêje, “ez ê niha ji malbatê bipirsim û bersiva wan ji we re ragihînim.” Parêzer vedigere rayedarê wezareta dadê û ji wan re diyar dike ku, ti daxwziya çûyîna Îmraliyê a malbatê nîne.
Taraf, li ser vê xwe digihîne birayê Abdullah Ocalan û ji wî Mehmet Ocalan dipirse, we ti serlêdan kir ku hûn hevdîtina bi Ocalan re karibin bikin? Mehmet Ocalan diyar dike ku heta niha her tim parêzer li ser navê wan serîlêdanê dikin. Wî ji parêzeran pirsîye ”ji bo ku em biçine Îmraliyê, we ti bersiv ji rayedarên dewletê girt an na? Parêzeran jî, ji Mehmet Ocalan re gotiye ku, “na, heta niha ti bersiv nedane me.”
Taraf navê wî parêzerî dixwaze lê Mehmet Ocalan navê parêzer aşkere kirinê rast nabîne û dibêje, “ji bo me a girîng hevdîtina parêzeran e. Rayedarên dewletê bi vê me dixapînin. Ku dixwazin çareseriyê pêk bînin, çima rê nadin ku parêzer bi Ocalan re hevdîtinê bikin.”