Serrûpel Nûçe “Tiliya Partiya Azadî di êrîşa Eşrefiyê de heye“

“Tiliya Partiya Azadî di êrîşa Eşrefiyê de heye“

Belav bike
 Der barê êrîş û pevçûnên li taxa Kurdan Eşrefiyê a Helebê de, Fermandarê YPG’ê Sîpan Hemo beşdarî bernameya Ronahî Tv’yê bû û li ser vê mijarê axivî. Hemo bal kişand ser lîstikên dewleta Tirkiyê û got “Kurd li ser kolana kurd rawestiyan. Ji ber vê aliyên xêrnexwaz ketin dewreyê, yên girêdayî Tirkiye û hinek hêzên din xwestin li kolana kurd tevlîheviyê derxînin. Lê gelê kurd helwest bi biryar nîşan da.” Hemo diyarkir ku dixwazin Kurdan bikişînin nava şer û weha got “Hem rejîm, hem jî komên çekdar dixwazin kurdan bikişînin nava şer. Belkî têkiliya van koman bi dewletê re jî hebe û dixwaze kurdan tevlîşer bike. Agahiyên me hene ku hinek derdor ji vana têkiliya wan bi dewletê re ye.” Sîpan Hemo bal kişand ser hin komên çekdar ku yekser têkiliyên hin partiyan bi van koman re hene û weke nav Partiya Azadî destnîşankir û got “Yek ji van jî Partiya Azadî ya Kurd e. Di nava koma êrîşkar de, kurdên nêzî vê partiyê hebûn. Di nava kesên hatine kuştin de 7 (6 ji Efrînê, yek ji Kobanê) ji van kurdan hene. Em aliye wan ê siyasî jî di zanin. Din ava 7 kesên me dîl girtine de jî 2 kurd in.” Hemo di berdewamiya axivitina xwe de hişyarî da û gef li van partiyan xwar û got “ Heke vê daxuyaniyê nedin, ew ê bibin şirîkên komkujiyê û helwesta me ya li dijî wan jî dê tundtir be.” Her weha Sîpan Hemo diyarkir ku ew van koman weke Artêşa Azad ya Sûriyê nabînin û weha pêdeçû ” Rêzdariya me ji wan re heye. Em ji wan re serkeftinê dixwazin. Lê ev koma hane ku xwe wekî Selahaddîn Eyubî binav dikin cuda ne. Nirxek û exlaqekî wan tune ye. Komên çete ne.”

 

 

Avestakurd