Serrûpel Nûçe Karîkatorîst Latuff greva birçîbûnê çêkir

Karîkatorîst Latuff greva birçîbûnê çêkir

Belav bike

Karîkatorîstê Brezîlyayî yê li cîhanê tê naskirin Carlos Latuff, ku zêdetir bi mixalîfiya xwe tê zanîn, li ser greva birçîbûnê a ku li zindanên Tirkiyê bi çalakiya zêdetirî 700 girtiyan didome xêz kir. Di karîkatorê de Serokwezîrê Tirkiyê Recep Erdogan, tiliya xwe kiriye guhê cîhanê ku dengê çalakiyê neyê bihîstin.
Greva birçîbûnê, ji 12ê Îlona 2012 an vir ve dewam dike. Çalakî îro kete roja 49 an. Rewşa çalakgeran her seet ber bi xerabiyê ve diçe. Çalakger dixwazin ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin, mafê xweparastinê û perwerdehiya bi Kurdî were qebûl kirin. Heta niha ji aliyê hikumetê ve ti gav nehatine avêtin û li hemberî vê çalakger bi biryardar çalakiya xwe didomînin.