Serrûpel Nûçe Rojnameya Alman ji bo Erdogan bi Tirkî manşet avêt “Defol“

Rojnameya Alman ji bo Erdogan bi Tirkî manşet avêt “Defol“

Belav bike

Rojnameya Alman a bi navê Junge Welt, ji ber serdana Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a Berlînê, îro bi sernûçeyeke Tirkî derket û di sernûçeya xwe de rojnameyê wiha nivîsî, “berevdanê şer, bicehnime- savaş kişkirticisi defol.” Sibe li Berlînê Erdogan, wê bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re were cem hev. Rojnameyê, di nûçeya xwe de diyar kiriye ku Erdogan, wê ji bo şerê Suriyê ji Almanya piştgiriyê bixwaze. Rojnameyê bi îmzeya Nick Brauns nûçe weşand û îfade kir ku, koçberên Tirkiyeyî yên li Almanya, naxwazin Erdogan li Almanya bibînin. Wiha dinivîse, “di meha Adara borî de serdana Erdogan a Bochumê, ji aliyê Kurd, Ermenî û Elewiyan ve hatibû protestokirin. Vê carê hemû bi hev re wê mîtînga protestoyê pêk bînin.”