Duhî (30/10/2012) li ser banga BDP’ê a bi navê ‘berxwedana giştî’ jiyan li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê sekinî. Li Amed, Wan, Colemêrg, Şirnex, Gever, Cizîra Botan û gelek bajar û bajarokên din bi desdhezaran daketin kolan û qadan. Lê, polîs û hêzên ewlekariya Tirkiyê bi tund êrîşî wan kirin. Hat zanîn, li Amedê di encama êrîşên polîsên dewleta Tirkiyê li ser xwepêşandanan 56 kes hatin bin çavkirin û 3’ê kes jî birîndar bûn.
Avestakurd