Serrûpel Nûçe Zarokên we û zarokên me yên ku xwe dikujin (Vîdyo)

Zarokên we û zarokên me yên ku xwe dikujin (Vîdyo)

Belav bike

Parlementerê Mûşê yê BDPê Sirri Sakik, piştî xwekuştina kûrê wî Sîdar Sakik, ku di 15ê Îlonê de, ji şaneşîna mala xwe, xwe avêtibû xwarê û xwe kuştibû, cara ewil qalê kir. Li meclîsê, di niqaşa ku li ser greva birçîbûnê derket a di navbera parlementerên AKPê û parlementerên BDPê de, parlementerekî AKPê, li ser kursiyê îdia kir ku, zarokên BDP’yiyan li dibistanên taybet û kolejan dixwînin, zarokên reben yên Kurdan jî greva birçîbûnê pêk tînin. Li ser vê Sakik, derkete ser kursiyê û wiha axifî: “…Zarokên me di nav têkoşîneke bi rûmet de ne, hûn vegerin li xwe binêrin, ez jî niha bang li gelê Tirk dikim,  gelî zarokên xizan yên Çorumê, Yozgatê, Trabzonê, zarokên we her roj diçine mirinê, lê hemû zarokên ev AKP’yiyan, li Amerîkayê, li Ewrupayê perwerdehiyê digrin. Tenê zarokekî AKP’yî rabera me bikin ku di vî şerê qirêj de çûye leşkerî kiriye. Gelo îro zarokên kesên ku dewletê birêvedibin diçin leşkeriyê? Zarokên Yozgatiyan, Erziromiyan li serê çiyan dimirin. Zarokên we li derveyî welêt dixwînin û tên di holdîngê we de bi 20 hezar dolarî dest bi kar dikin. Zarokên me jî ji ber nasnameya xwe nikarên karekî bikin û xwe dikujin.”