Parlementerê Wanê Ozdal Uçer, bona ku balê bikişînine ser greva birçîbûnê, a ku îro di roja 51 an de ye, doh li pêş Girtîgeha Wanê meş lidarxistin û piştî çalakiyê li avahiya BDPê civîna çapemeniyê pêk anîn. Uçer, di civînê de diyar kir ku, pêwiste îro pê ve hestyar bin û ku îcab bike wana jî dest bi greva birçîbûnê bikin. Uçer, li ser daxuyaniyên Erdogan ku dibêje, “an werine meclîsê an jî biçine Qendîlê” bi tundî bertek nîşan da û got, “tu her tim ji parlementera re dibêjî biçine çiya, ku îcab bike berî herkesî ez ê biçime çiya, tu qet meraq neke. Ger ez û kesên mîna min biçine çiya, bila Erdogan zanibe ku wana nikarin li vira rehet bikin.”
Parlementer Uçer diyar kir ku îro, ji her demê zêdetir nêzika azadiyê ne.