Di daxuyaniya rawestandina malpera Netkurd de ku nivîskar û siyasetvan Murad Ciwan sernivîseriya wê dikir, rêvebiriya wê wiha nivîsand:
Netkurd piştî 8 salan, ji ber pirsgirêkên aborî û rêvebiriyê, ji îro (1-ê novemberê 2012) pê ve weşana xwe ji bo demeke nediyar radiwestîne.
Mihaweleyên reorganîzekirinê û peydakirina îmkanên maddî tên meşandin.Ger encameke pozîtîf ji mihaweleyan derkeve Netkurd ê karibe cardin vegere xizmeta xwe ya weşana ji bo rayagiştî ya kurdî.
Rêvebiriya Netkurdê
2012 11 01