Serrûpel Nûçe “Şaseya Erdogan xwar bûye“

“Şaseya Erdogan xwar bûye“

Belav bike

Parlementerê Serbixwe yê Mêrdînê Ahmet Turk, li ser daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyê Recep T.Erdogan, ku di axaftinên xwe yên dawiyê de her tim qala xwarina li mala wî a “kebaba berxika”dike, helwesta Erdogan şîrove kir û got, “çend roj in ku di rojeva Erdogan de mijara “kebaba berxika” heye. Di 17ê Tirmehê de partiya me civînek li Mêrdîn pêk anî. Piştî civînê wek parlementerekî Mêrdînê, min hevalên xwe daweta gund kirin û xwarinek da wan. Wê demê grevên birçîbûnê tinebûn. Mêvanê min hebûn û min xwarinek da wan. Tiştekî ewqas normal û mirovî, di siyasetê de bikaranîn, ne layiqa serokwezîrekî ye.” 
Ahmet Turk, li ser vê mijarê pêkenokek vegot û wiha got, “derûniya serokwezîr xerab bûye, şaseya wî xwar bûye, kaporte parçe parçe bûye û motor jî naxebite. Tenê di destê wî de simîdê dîreksiyon maye.” 
Turk diyar kir ku, pirsgirêkên ku em îro dijîn, hemû encamên helwesta serokwezîr in.