Çalakiya greva birçîbûnê a bêdem û bêdorveger, di roja 51. de, li 65 girtîgehên li Tirkiyê, bi zêdetirî 700 girtiyên siyasî yên PKK û PAJKê dewam dike. Li derve jî gellek kesayet û saziyên sivîl û partî, bi çalakî û daxuyaniyan, dixwazin bala rayagiştî bikişînine ser çalakiyê. Di vê mijarê de gellek rewşenbîr hatine ba hev û civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civîna çapemeniy de; nivîskar Yaşar Kemal, nivîskar û helbestvan Murathan Mungan, stranbêj û nivîskar Zulfî Livaneli, Prof.Dr. Ozdemir Aktan, Prof. Dr. Mehmey Bekaroglu û Prof.Dr. Gencay Gursoy jî hebûn. Di civînê de nivîskarê navdar Yaşar Kemal axifî, ”ji grevên birçîbûnê yên berê hemû karbidest û hikumet berpirsyar bûn. Vê carê jî ev berpirsyar in. Kûr û bavên kesên ku îro greva birçîbûnê pêk tînin jî wê terefbin, dixwazin nifşekê ji holê rakin.” Yaşar Kemal berê jî di mijara çalakiya greva birçîbûnê de îfade kiribû ku, ji ber birçîbûnê mirina mirovekî şopandin, êşa herî mezin e.