Şerefedîn Elçî li ser ku nexweşe, bersiva pirsên nivîskara rojnameya Milliyet a Tirkiyê Asli Aydintaşbaş da û der barê rewşa niha ya li Tirkiyê dibe de axivî. Elçî diyarkir ku “Ger Serokwezîr bixwaze dikare vê rojiya birçîbûnê bidawî bike. Herî kêm dikare mafê parastina bi zimanê Kurdî bibe Civata Wezîran, dikare tecrîda ser Ocalan nerm bike. Lê piştî min guhdariya daxuyaniyên wî yê dawî kirin ez tirsiyam. Başebaş di bayê dîktatoriyetê de ye. Ji bilî xwe kesekî mafdar nabîne û dixwaze her kes radestî wî bibe.” Elçî der barê girêdana xelkê bi Serokê PKK’ê Ocalan re got “Evane însanên îdealîstin. Beşek ji wan di astê îbadetkirinê de jê hez dikin, rêberê xwe dibînin. Ev rastiyeke. Tu dixwaze qebûl bike yan qebûl neke ji bo van însanan Ocalan rêbereke. Belê, hinek çanda îbadetkirinê jî heye. Ji bîr neke gelek însanan xwe ji wî şewitandin. Lê, tu van înkar bike tu mifayê xwe nîne.” Elçî behsa hevdîtina xwe ya ligel Erdogan jî ku dê pêk bihatane jî kir û got “Piştî nexweşiya min giran bû bi 45 rojan ji nû bersiva hevdîtinê hat. Wê demê tu wateya çûna min nemabû. Ji ber ku dema min daxwaz kirî, gengazbû ku PKK’ê di hin xalan de bê îkna kirin. Bi derbasbûna demê re merc hatin guhartin. Bi taybetî piştî pirsgirêka Sûriyê. Niha PKK’ê zêdetir radîkale.” Elçî li ser pirseke ku dê piştî 10 salan Tirkiyeke çawa be got ” ku “Ger Serokwezîr Erdogan bi vî mejiyê xwe weha biçe dê cudabûn çêbibe. Hêdî hêdî ber wê yekê ve diçin. Nifişê me yê dawî ye ku bilihevkirin pirsê çareser bike. Ger bi me re lihevnekî, nifşê piştî me lihevkirinê qebûl nake. Divê Serokwezîr lezê bike.” Elçî di berdewamiya axivitina xwe de got “Kurd ji bo aştiyeke bi rûmet razîne. Ne parçek ji miletekî, dixwazin gelekî weke hev bin. Xwexapandina Erdogan ew e ku xwe li gor salên 90’î dinirxîne; lê Kurdên wê demê cuda ne û Kurdên îro cudane.” Her weha Elçî got “Ger mebesta Erdogan ya çareserkirina pirsa Kurdî heye, divê qebûl bike Kurd xwedî heman mafên wek hevin. Ger ev zihniyet bê guhartin, ji xwe dê pirsa Kurdî ji ber xwe ve bê çareserkirin.”
Avestakurd