Serrûpel Nûçe Emerîka: KNS nûnertiya muxalefeta Sûriyê nake

Emerîka: KNS nûnertiya muxalefeta Sûriyê nake

Belav bike
 Wezîra Karê Derve ya Emerîka Hillary Clinton di daxuyaniyekê de ragihand ku KNS nûnertiya Sûriyê nake û got “Divê em vê yekê aşkere bêjin ku Konseya Neteweyî ya Sûriyê pêşeng a muxalifan temsîl nake.” Her weha Clinton di berdewamiya daxuyaniya xwe de got “Rêberên nûnertiya muxalefeta Sûriyê dikin, her çendî navên ban jî, lê divê ji nava kesên 20-30 an jî 40 salan li derve mane neyên hilbijartin. Divê ji nava kesên li eniya şer ji bo azadiyê têkoşînê dikin û şer dikin bêne hilbijartin. Divê yên bêne hilbijartin jî bikare hemû gelên Sûriyê biparêze.” Clinton her weha daxwaza feshkirina KNS’ê kir.

 

Avestakurd