Serrûpel Nûçe “Wê kurê min ji min kêmtir ceza bigire“

“Wê kurê min ji min kêmtir ceza bigire“

Belav bike
Rojnamevan Oral Çalişlar, di nivîsa xwe de, qala tesbîteke Şaredarê Sura Amedê Abdullah Demîrbaş dike. Demîrbaş, ji bo ku balê bikişîne ser bêedaletiya pergala dewletê mînak daye. Demîrbaş wiha gotiye: “Ez bi sayeseta xwe, li dijî şîdetê me. Ji bo ku kûrê min neçe çiya, min pirr zêde hewl da. Ew bi vê gotinê li dijî min derket, ’hûn siyasetê dikin, lê hûn çi çareser dikin.’ Îdia kir ku siyaseta em dimeşînin ji tiştekî re nabe çareserî. Çendakî berê min kurê xwe li çiya dît. Min ji wî xwest ku ji çiyan dakeve lê, wî bi heman hincetan ez red kirim. Ez ê niha ji we re tiştekî bibêjim; ku niha kûrê min ji çiyan dakeve, wê bi 6 sal û 3 meha were darizandin. Ez, wek şaredarê partiyeke siyasî, di doza KCKê de, bi 35 salan tê me darizandin.”