YPG’ê di daxuyaniya xwe de diyarkiriye ku ‘ Em di serî de komên xayîn ên kurd ku xwe bi navê Selahaddîn bi nav dikin berpirsyar dibînin û em soz didin ku emê hesaba vê pir giran bipirsin.’ YPG’ê di daxuyaniya xwe de cihekî fireh dide çawaniya girtina hevala wan Nûjîn Dêrik û dibêje “Di 26’ê cotmehê de komek çete ku ji xayînên kurdan pêk tê êrîşî herêma kurdan Taxa Eşrefiye ya Helebê kir. Di vê êrîşa li ser xwepêşandanên sivîl çêbûn de, gelek welatiyên kurd hatin qetilkirin û birîndarkirin. Li ser vê yekê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ketin dewreyê û êrîşî komên çete kirin. Di encamê de gelek êrîşkar hatin kuştin û birîndarkirin. Koma çekdar hemû kuştî û birîndarên xwe hiştin û neçar ma bireve. Di dema pevçûnê de kesên navbeynkar ketin dewreyê û bi şertê ku êrîşkar nêzî herêmên kurdan nebin kuştî û birîndarên xwe xwestin. Jixwe armanca me jî ew bû ku kesek êrîşî herêmên kurdan neke. Tu helwestek me ya li hemberî qadên tu kesî nîn e. Me jî dixwest kes nêzî herêmên me nebe, loma em bi erênî nêzî teslîmkirina kuştî û birîndarên koma çete bûn. Li ser vê yekê komek hevalên me bi pêşengiya fermandara bajarê Helebê heval Nujîn Dêrik ji bo ku kuştî birîndar teslîm bikirin, çûn cihê ku hatibû diyarkirin. Lê belê koma çete, li hemberî van hevalan kemîn danîbûn. Piştî ku kuştî û birîndarên xwe girtin, bombeya destan di avêjin nava hevalên me. Li ser vê yekê dîsa pevçûn çêdibe û di encamê de hevala me Nûjîn Dêrik bi awayekî birîndar tê revandin.
Rojek piştî vê bûyerê em bi hevala xwe re bi riya telefonê pêwendî danî. Me dizanî di destê wan de ye û birîndar e. Lê piştre êdî tu têkiliya çênebû. Ji bilî tehdîtên koma çete yên wekî “Emê bikujin” me tu agahî negirtin.” YPG’ê der barê înfazkirina Nûjîn Dêrik de jî dibêje “Di vê hevdîtinê de em hîn bûn ku hevala me Nûjîn bi şêweyekî pir hovane hatiye qetilkirin. Van komên çete bi riya vê meclîsê diyar kirine ku dê cenazeyê hevala me bidin. Em hewl didin ku cenaze bigirin.” Her weha YPG’ê diyardike ku berpirsên kuştina Nûjîn Dêrik, komên girêdayî tabûra Selahedîn Eyûbî ne.

Avestakurd