Serrûpel Nûçe Baydemîr qîriya: Xwedê bela xwe bide we, bêşerefno

Baydemîr qîriya: Xwedê bela xwe bide we, bêşerefno

Belav bike
Li Amedê, bi armanca piştgirî dayîna çalakgerên di greva birçîbûnê de ne, BDPê xwest ku mîtîngekê lidarbixîne. Mîtîng ji aliyê Walîtiya Amedê ve hate qedexekirin. Li ser vê hevserok, parlementer û şaredarên BDPê xwestin ku li pêşberî Walîtiya Amedê daxuyaniya çapemeniyê bidin. Rasta midaxeleya tund a polîsan hatin. Polîsan ku dest bi binçavkirina hin kesan kir, Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr xwe ranegirt û qîriya, ” Xwedê bela xwe bide we, Xwedê we tine bike, bêşerefno.”