Serrûpel Nûçe 10 hezar girtî wê dest bi greva birçîbûnê bikin

10 hezar girtî wê dest bi greva birçîbûnê bikin

Belav bike

Çalakiya girtiyên siyasî yên PKK û PAJKê, ku bi 63 girtiyan di 12ê Îlonê de destpê kiribû û heta roja îro hejmara çalakgerên girtî yên di greva birçîbûnê de ne gihaştiye 683 kesa, her diçe berfireh dibe. Li ser navê girtiyan Deniz Kaya daxuyaniyek daye ku wana wê hejmara çalakgeran rakine 10 hezarî. Di daxuyaniyê de hatiye îfade kirin ku, bilî girtiyên nexweş, zarok û extiyar, hemî girtiyên siyasî yên PKK û PAJKê, dike 5ê Mijdarê dest bi greva birçîbûnê bikin.
Çalakiya li 67 girtîgehên li Tirkiyê û Kurdistana Bakur a bêdem û bêdorveger, îro di roja 54 an de ye. Çalakger dixwazin ku, tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, mafê xweparastinê û perwerdehiya bi Kurdî bê qebûl kirin.