Di daxuyaniyekê ku ji raya giştî re hate ragihandin (3/10/2012), berdevkê PDK’ê Cefer Êmînkî diyarkir ku “Em dengê xwe dikin palpişta dengên din yên ku daxwaza mafên rewa yên zîndaniyên siyasî li Bakurê Kurdistanê û daxwazê ji Hikûmeta Tirkiyê dikin ku li ser daxwazên girtiyên siyasî bisekine. Li gor me jî, binpêkirina mafên hemwelatiyan li ser pirsgirêkên siyasî ne cihê pejrandinê ye û ev pîvanên partiya me ne.” Êmînkî di daxuyaniyê de bal kişande ser helwesta PDK’ê der barê zimanê diyalogê de û got “Rêveberiya partiya me gelek bigirîngî ragihandiye ku zimanê diyalog û ji hevtêgihşitinê gelek girîngtire û divê bikeve cihê zimanê çek, şer û xwînrijandinê.”
Avestakurd