Serrûpel Nûçe Nûjîn Dêrik hatiye înfzkirin yan saxe?

Nûjîn Dêrik hatiye înfzkirin yan saxe?

Belav bike
 Fermandariya Giştî a YPG’ê ragihandibû ku ‘koma çeteyan hevala me Nûjîn Dêrik kuştin’ û paşê ji aliyê YPG’ê ve daxuyaniyên gefxwarin û tolhildanê li dijî vê komê (Selahedîn Eyûbî) hatin belav kirin û her dawî Serokê PYD’ê Salih Muslim di hevpeyvîna Yenî Ozgur Polîtîkayê de got ‘dê bersiva pêwîst bê dayîn’. Lê Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad ragihand ku ‘Şaha Elî Evdo (Nûjîn Dêrik) nehatiye kuştin.’

Piştî vê daxuyaniyê YPG’ê daxuyaniyek belavkir û ragihand ku ‘me der barê vê daxuyaniyê de lêkolîn daye destpêkirin.’ Pirs niha ev e; gelo Nûjîn Dêrik hatiye înfazkirin yan hêj saxe? Yan jî ligel pevçûnên çekdarî şerekî derûnî jî destpêkiriye û bandore xwe li civakê dike?

Avestakurd