Serrûpel Nûçe 38 Partî û rêkxistinên Kurdên Sûriyê hene

38 Partî û rêkxistinên Kurdên Sûriyê hene

Belav bike
Siyasetvanê Kurd Hecî Silêman di nivîseke xwe de diyar dike ku bi qasî wê hesibandine 38 partî û rêkxistinên Kurdên Sûriyê hene.

Hacî Silêman di nivîsa xwe de dibêje, wî nikaribû hemûyan bijmêre, lê belê bi qasî ku wî hejmartine 38 derketine.

Di nivîsê tê dîtin ku piraniya wan partî û rêkxistinan bi navê kesan têne naskirin. Her wiha gelek ji wan ji hev cuda bûne û bi navê kesê ku partî cuda kiriye tê naskirin.

Piraniya wan partiyan navê wan weke hev e, tenê hinek caran îşaretên weke (-) wan ji hev cuda dike yan jî (Baskê filan kesê) ew ji hev cuda kirine. Heta mirov nebêje Filan partî basê Filan kesî, ew partî nayê naskirin.

Kesên ku dikarin bi erebî bixwînin dikarî vê lînkê bitikînin