Serrûpel Nûçe Li Rusyayê stareyên roja qiyametê tên firotin

Li Rusyayê stareyên roja qiyametê tên firotin

Belav bike

Li Rusyayê, stareyên ku wek “Stareyên Roja Qiyametê” tên bilêvkirin, yên ku di binî erdê de hatine çêkirin, dest bi firotinê kirin. Li gorî baweriya Şaristaniya Maya, di 21ê Berfenbara 2012 an de wê qiyamet rabe. Çimkî di 21ê Berfenbara 2012 an de, salnameya Maya bi dawî dibe. Yanê çerxa niha a demê bi dawî dibe û çerxeka nû a demê destpêdike. Ev jî tê wateya dawîlêhatina dinyayê. Li Sîbîrya Rusyayê, firoşkarekî bi navê Bobkar, li ser înternetê dest bi firotina stareyên ku di binî erdê de çêkirinê kiriye.
Li gorî rojnameyên Rusya, hatiye îdiakirin ku, zêdetirî 2 hezar kesî, ji bo ku ew stareyana bikirin serî lêdane. Bihayê stareyan jî, ji bo her mirovekî di navbera 100 hezar û 500 hezar rubleyî (di navbera 2 hezar û nîv û 14 hezar Euro) dirav tê xwestin.