Serrûpel Nûçe Romanya konsolxaneya xwe li Hewlêrê vekir

Romanya konsolxaneya xwe li Hewlêrê vekir

Belav bike
Barzanî di pêşwazîkirina wezîrê Romanya Titus Corlăţean de, kêfxweşiya û spasiya xwe ji bo vekirina konsolxaneya Romanya li Hewlêrê anî ziman.

Nêçîrvan Barzanî got ku herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin didide xurtkirina pêwendiyên ligel Romanya û ew amade ne bi her awahî pêwendiyên xwe ligel wî welatî bilind bikin.

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Romanya Titus Corlăţean kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ji bo Kurdistanê anî ziman.

Wezîr Titus Corlăţean got ku ew zêdetir kêfxweşe ku 30 kompanyayên romanî li Kurdistanê kar dikin.

Di dawiya hevdîtinê de wezîrê derve yê Romanya, serokwezîrê Kurdistanê bi fermî vexwendî Romanya kir.

AVESTA KURD