Serrûpel Nûçe Îcar jî li pêşberî serokwezaretiyê yekî xwe şewitand

Îcar jî li pêşberî serokwezaretiyê yekî xwe şewitand

Belav bike

Di nav hefteyekî de, li pêşberî serokwezaretiya Tirkiyê du çalakî pêk hatin. Roja duşemiyê, welatiyekî li peşberî serokwezaretiyê çek teqandibû. Piştî wê bûyerê, îro jî welatiyekî, ku nasnameya wî nehatiye eşkere kirin, li heman şûnê, li pêşberî serokwezaretiya Tirkiyê, neft bera ser xwe da û agir bera canê xwe da. Mirovê ku xwest xwe bişewitîne, diqîre û dibêje “we wez mehf kirim” û agir bera canê xwe dide.
Çalakger rakirine nexweşxanê û xistine bin dermankirinê.