Serrûpel Nûçe “Birayê min ê xwînxur Sirri Sakik…“

“Birayê min ê xwînxur Sirri Sakik…“

Belav bike
Şemdîn Sakikê ku bi salan di nav PKKê de ma şûnda, ji rêxistinê reviya û teslîma dewleta Tirkiyê bû û bû îtirafkar, di doza Ergenekonê de jî, bi navê kod “Deniz” şahîditî kiriye. Di rûniştina pêr a Ergenekonê de, bi xwe xwest ku nasnameya xwe eşkere bike û kir jî. Doh jî îfadeya wî hate girtin û di îfadeya xwe de di derbarê birayê xwe parlementer Sirri Sakik de îfadeyên balkêş bikaranîn. Şemdîn Sakik, ji bo birayê xwe Sirri Sakik got, “birayê min ê xwînxur Sirri Sakik heye. Dibêje kesên ku derdikevine çiya ji bo rûmetiya xwe diçin. Ez jî dibêjim ku, kesên naçine çiya bêrûmet in.”
Şemdîn Sakik, di heman îfadeya xwe de diyar kiribû ku ew dixwaze biçe leşkeriyê û bang li xortên Kurdan kir ku bila biçin leşkeriyê bikin.