Serrûpel Nûçe Gelo di êrîşa Serê Kaniyê de YPG jî hebû?

Gelo di êrîşa Serê Kaniyê de YPG jî hebû?

Belav bike
 Li gor agahiyên dawî hatine bidestxistin, di ecama şerê li serê vê sibehê di navbera Artêşa Azad û leşkerên rejîma Sûriyê de qewimî, gelek kuştî û birîndar çêbûne. Li gor hin şahidan li bajarê Rihayê (Ûrfa) yê Bakurê Kurdistanê diyarkirîn, gelek tirimbêlên hawarhatinê yên Tirkiyê mirî û birîndar ji ser sînor rakirine nexweşxaneya Rihayê. Hat zanîn ku ketîbayên Artêşa Azad dest danîne ser hemû avahî û baregehên leşkerî yên rejîma Esed. Ji aliyekî din ve, Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd ragihand ku di vê êrîşê de YPG’ê (Hêzên Yekîneyên Parastina Gel) jî alîkarî daye ketîbeyên Artêşa Azad. Lê, heta niha der barê vê êrîşê de YPG’ê tu daxuyanî nedaye.

 

Avestakurd